BI DÎMEN

Roja 4’an: Tengav di hedefê de ye, Beyrûd û Tehran hatin bombebarankirin

Di roja çaremîn a êrîşên Îsraîl-DYE’yê yên li dijî Îranê de, pevçûn di asta herêmî de bêtir belav dibe. Trump bersiva daxwazên ji bo hevdîtinan da û got “êdî pir dereng e."

Tehran li Tengavê êrîşî ser hedefên girêdayî DYE’yê dike, Îsraîl jî Îran û Lubnanê hemwext” bombebaran dike. Pasdarên Şoreşa Îranê hişyarî da ku "deriyên dojehê dê ji bo DYE û Îsraîlê hîn bûtir vebin". Tehranê bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku şer rawestîne.

TRUMP: PARASTIN Û AVANIYÊN FERMANDARIYÊ YÊN WAN HATIN TUNEKIRIN 

Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku wî hevdîtina bi Îranê re red kiriye û anî ziman ku ji bo vê yekê “êdî pir dereng e”. Trump piştî muzakereyên bi mehan berdewam kir bê encam ma û çar rojên şer, li ser platforma medyaya dîjîtal Truth Socialê îdia kir ku kapasîteya leşkerî yên Îranê derbên giran xwarine.

Trump got, ”Parastina wan a hewayî, hêza hewayî, deryayî û avaniyên fermandariyê hatine tunekirin. Ew dixwazin biaxivin. Min got, 'Êdî pir dereng e!'"

BALYOZXANEYÊN DYE’YÊ HATIN GIRTIN

Balyozxaneya DYE’yê ya Riyadê piştî du êrîşên bi dronan bi awayekî demkî hat girtin. Rayedarên Siûdî ragihandin ku “şewateke bi sînor" derketiye. Balyozxaneya DYE’yê ya Kuweytê jî ji ber “gengeşiyên herêmî" hat girtin. Washingtonê fermana derxistina personelên dîplomatîk ên "ne mecbûrî” ji Qeter, Iraq, Urdun, Behreyn, Kuweyt û BAE’yê da.

ÎSRAÎLÊ ÊRÎŞÎ BEYRÛD Û TEHRANÊ KIR 

Artêşa Îsraîlê êrîşên hewayî yên hemwext li Tehran û Beyrûtê pêk anî. Avahiya televîzyona Al-Manar a girêdayî Hizbullahê ku li taxên başûrê Beyrûdê ye bû hedef. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku li herêmê zirara girîng çêbûye. Îsraîlê ji bo gelek wargehên li başûrê Lubnanê fermanên nû yên valakirinê da. Li gorî NY’ê, herî kêm 30,000 kes ji cih û warên xwe bûne. 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku artêş wê ber bi noqteyên stratejîk ên nû yên li Lubnanê ve biçe. Artêşa Lubnanê, bi hinceta ewlehiya leşkerên xwe, ji hin çeperên li ser sînor vekişiya.

Li Tehranê şev û roj dengê teqînên mezin hatin. Îsraîlê ragihand ku wan baregeha serokatiyê ya Îranê û avahiyên Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî hedef girtine. Medyaya Îranê teqînên li Kerec û Îsfahanê ragihand.

ÎRAN ÊRÎŞÎ ÎSRAÎL Û BAREGEHA DYE’YÊ YA QETERÊ KIR

Artêşa Îranê ragihand ku wan bi dronan hedefên leşkerî yên Îsraîlê û baregeha DYE’yê ya El-Udeyd li Qeterê hedef girtine. Qeterê ragihand ku hewldanên êrîşên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hamadê ji hêla pergala parastina hewayî yên wê ve hatine astengkirin.

Pasdarên Şoreşê îdîa kir ku êrîşeke "mezin" li ser baregeha hewayî ya DYE’yê ya Behrêynê dane destpêkirin û navenda fermandariya wê îmhakirin. Li Omanê balafireke bê mirov li nêzî bendera Salalahê ket xwarê.

HIŞYARIYA JI BO EWROPAYÊ, JI FRANSAYÊ OPERASYONA HEWAYÎ

Piştî daxuyaniyên Elmanya, Fransa û Brîtanyayê yên li ser “gavên ji bo parastinê", Îranê hişyarî da Ewropayê ku nekeve şer û diyar kir ku wê vê yekê wekî "îlankirina şer" bihesibîne. Parîsê ragihand ku balafirên şer ên Rafale yên li BAE’yê bi cih bûne ji bo dabînkirina ewlehiya hewayî ya baregehên Fransî li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin.

LI ÎRANÊ 153 BAJAR Û ZÊDETIRÎ 500 TESÎS HATIN LÊDAN

Heyva Sor a Îranê ragihand ku ji roja Şemiyê ve li seranserê welêt 787 kes jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku 153 bajar û zêdetirî 500 cih hatine lêdan û hejmara giştî ya êrîşan hezarî derbas kiriye. Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk   dyar kir ku ew ji bo windahiyên sivîlan di nava “şoqek kûr” de ye.

TENGAVA HURMUZÊ Û BAZAR

Rayedarekî Îranî gefa şewitandina keştiyên ku hewl didin ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, xwar. Çînê bang li hemû aliyan kir ku tavilê operasyonên leşkerî rawestînin û ewlehiya tengavê misoger bikin.

Gengeşiya li bazarên enerjiyê berdewam dike. Nirxa petrola xav a Brent serê bermîlê gihîşt 85 dolarî, di heman demê de bihayên gaza xwezayî ya Ewropayê ji sedî 39 zêde bûn. Bazara borsaya Ewropayê ji sedî 2-4 daketin.